Meny

Dela sidan på sociala medier

Tu bi xêr hatî Bajarê Lysekil`ê!

Li vir dikarî zanyariyên zêdetir li bara navçeyên bin sîvana şaredariyê bi dest bixî. Bi van peywendiyan dikarî zanyariyên zêdetir bi zimanê swêdî bi dest bixî. Ji bo pêkanîna têkiliyê digel şaredariyê dikarî bi zimanê xwe rênumayiyê werbigirî. Digel beşa têkildar peywendiyê bigir da ku eger pêwîst be têkiliya te digel wergêr/ê pêk were.

Li bara bajarê Lysekil`ê

Gelheya bajarê Lysekil`ê derdora 15000 kesî ye. Şaredarî berpirsa birêvebirina baxçeyên zarokan, dibistan û navendên baldariya ji kesên temendirêj e. Her viha erka çavdêriya li ser karên av û gendavê, xwedankirin û paqijkirina kolanan, birêvebirina bermayiyan, parastina ewlehiya bajêr û agirvemirandinê li ser milê şaredariyê ye. Li pirtûkxaneyên bajêr dikarî pirtûkan bi emanet werbigirî û zanyariyan bi dest bixî. Şaredarî berpirsa pêkanîna çalakiyên bêhnvedanê, piştgiriya ji şîrketên sivîl û hilkolandin û çareserkrina pirsgirêkên warê jîngeh û ênêrjiyê ye. Rezamendiya gelê Lysekil`ê ji xizmetên şaredariyê mijareke girîng e. Ji bo berpirsên şaredariyê eva girîng e ku hemî gel berpirsiyar bin wek mînak li ser paqijiya bajêr û berçavgirtina qanûnên têkdlarî ciyên gelemperî.

Qanûn û qiranên têkildarî bajarê Lysekil`êPDF (Nehatiye wergerandin: -> Peywendî digel belgeyan)

Ji bo wergirtina rênumayiyê

Hişiyariya SOS`ê, reqema Têlêfona 112; Heke bûyerek biqewime, agirek vêkeve, sûcek hebe an nexweşiyek pêk were, dê alîkariya te bike. Heke bikevî ber gefan an bikevî ber tundiya kesek ji xizm û kesên nêzikî xwe dikarî ji koma awarte ya ``Xizmetên Civakî`` alîkariyê werbigirî. Bi reqema têlêfona jêr dikarî digel koma awarte ya ``Xizmetên Civakî`` peywendiyê bigirî: 0522-69 74 44.

Zarokên hewcedar dikarin digel beşa ``Filitandina Zarokan`` peywendiyê bigirin. Bi reqema têlêfona 0200-77 88 20 dikarî digel wan peywendiyê bigirî. Ev têlêfona belaş e û pêwîst nake ku xwe bidî nasandin.

Zanyariyên bajarî li bara ``Xizmetên civakî`` bi zimnanê swêdî
http://www.lysekil.se/omsorg-och-hjalp/akut-hjalp/socialjour.htmllänk till annan webbplats

``Filitandina Zarokan`` bi zimanên cûrbicûr
https://www.raddabarnen.se/vad-vi-gor/mer-om-vad-vi-gor/annu-mer/radda-barnens-helpline/länk till annan webbplats

Hînbûna zimanê swêdî

Zimanê swêdî taybetî koçberan bi navê kurtkirî yê SFI`yê hînkirna seretayî ya zimanê swêdî û nasandina civaka Swêdê digire ber xwe. Ji bo tevlîbûna nav vê bernameyê divê tu rûniştvanê Swêdê bî û temenê te herîkêm 16 salî be.
Di heman salê ku digihêjî 16 saletiyê dikarî ji nîveka duyem a salê tevlî vê bernameyê bibî. Her viha divê tu bêyî zanîna zimanê swêdî yê nav vê bernameyê bî. Li kafeyên zimên dikarî zêdetir zimanê swêdî hîn bibî. Zanyariyên zêdetir li bara kafeya zimên li bajarê Lysekil`ê.

Zanyariyên Şehrî (Bajarî) bi zimanê swêdî li bara ``Swêdiya taybetî koçberan"http://www.lysekil.se/utbildning-och-barnomsorg/vuxenutbildning/sfi-svenska-for-invandrare.html)

Zanyariyên Bajarî bi zimanê swêdî li bara ``Kafezimana partûkxaneyê`` (Library’s Language Café)
http://www.lysekil.se/uppleva-och-gora/bibliotek.html

Zanyariyên Arken bi zimanê swêdî li bara ``Kafeya Zimên`` (language cafes) http://lysekil.dnn.agrando.se/Lysekil/Diakoni-Arken/Flykting-integrationlänk till annan webbplats

Piştgirî û baldarî

Şaredarî gere dilniya be ku hemî welatî dikarin ji piştgiriyên pêwîst li warê jiyanê mifayê werbigirin. Hewcedariya bo piştgiriyê renge têkildara temen, astengdarbûn (Kêmendambûn), Bengîtî an tundiya li malê be. Piştgirî renge ji riya navendên baldariyê, şûnewarên gelemperî, rawêjkarî an alîkariya hiqûqî were raberkirin

anyariyên bajarî bi zimanê swêdî li bara baldarî û alîkariyê
http://www.lysekil.se/omsorg-och-hjalp.html

Perwerdehî

Zarokên 1 heta 5 salî dikarin herin Baxçeya zarokan. Zarok ji sêsaletiyê va mafê xwe yê amadebûna li Baxçeya Zarokan bi dest tînin. Zarokên 6 heta 15 salî li gorî qanûna Swêdê gere li medreseya neçarî ya 9 salî (Pola 1 heta 9) hazir bibin. Nûciwanên ku dewrana xwendina neçarî ya 9 salî bi dawî bînin dikarin derbasî medreseya seranavîn bibin. Piştî wê gellek bijarde ji bo dewama xwendinê wek mînak li zanîngehê, xwendingeha gelanî û medreseya mezinsalan hene.

anyariyên Bajarî bi zimanê swêdî li bara hînkirin û baldariya ji zarokan
http://www.lysekil.se/utbildning-och-barnomsorg.html

Kar (Xebat)

``Xizmetên Xebatê`` saziyeke dewletî ye ku rewşa pêkanîna peywendiya nav kesên li dû kêr û xwedîkaran bi awayê belaş dabîn dike. Şaredarî pirrîcaran derfetên teze yên xebatê radigihîne û bi navenda ``Xizmetên Xebatê`` ra hevkariyê dike.

Zanyariyên ``Xizmetên Xebatê`` bi zimanê swêdî û zimanên din
http://www.arbetsformedlingen.se/länk till annan webbplats

Mal

Ji bo bikaranîna xizmetên şaredariyê li warê dabînkirina malê li Lysekil`ê divê bikevî rêzê. Kompaniya dabînkirina malên şehrî ya Lysekil Homes`ê xwedana avahiyên kirêkî ye û ji bo peydakirina malê dikarî navê xwe li wir binivîsî. Heke imkan û derfeta te ya kirrîna avahî an malekê hebe, ihtimala peydakirina sitargehekê ji bo te zêde dibe. Li bajarê Lysekil`ê ajansên sivîl ên mal û milkan dikarin alîkariya te bikin

Zanyariyên Lysekil Bostäders`ê bi zimanê swêdî
www.lysekilsbostader.selänk till annan webbplats

Çand û mijûlatî

Li pirtûkxaneyê dikarî pirtûkan bi riya emanate werbigirî, rojnameyan bi zimanên cûrbicûr bixwînî û zanyariyan bi dest bixî. Her viha bajarê Lysekil`ê çalakiyên werzişî (Spor), bêhnvedan û çandî yên cûrbicûr li dar dixe. Bûyerên cûrbicûr wek konser, pêşbirk û Hefteya Bûyerên Çandî jî tên lidarxistin.

anyariyên Bajarî bi zimanê swêdî li bara karên ku dikarî li bajarê Lysekil`ê pêk bînî http://www.lysekil.se/uppleva-och-gora.html

Şaredarî çawa dixebite

Şaredariya Lysekil`ê di bin çavdêriya nûnerên bijartî û siyasetvanên herêmî ye ku rûniştiyên bajar li hilbijartina gelemperî wan wek nûnerên xwe hildibijêrin. Bi zimanekî sade, şaredarî xwedana cîgeheke siyasî ye ku têda berpirsên bijartî li bara gişt karên girîng biryarê didin. Di asta îdarî û rêvebirinê da berpirsên bajêr têdikoşin ku biryarên siyasî cih bînin.

anyariyên Bajarî bi zimanê swêdî li bara şêwaza xebata Şaredariyê
http://www.lysekil.se/kommun-och-politik.html